Monday 7 March 2016

Matîns

Louise Gluck di sala 1943an da li bajaré New York Cityé ji dayîka xwe bu. Malbata wé ji ber zilm u zordarîya barbaran li ber Çîyayé Araraté koçî Amerîkayé kir. Helbestvan a bi nav û deng di berhemén xwe da zédetirîn behsa koçberîyé, mirin û imkanén ji hevdu hezkiriné kir. Di sala 1990an da pirtuk a wé ya bi navé "Ararat " hat weşandin, di vé pirtuké da bîranîn û hestén malbata xwe ya koçber anî ziman.

Ku min gotibe jî ez ji te hezdikim min biborîne, én bihéz hemasa vira dikin ji ber ku én béhéz xwe davejin ji bexté tirsé.
Ez nikarim hezbikim é ku min fehm ne kirîye.
Û tû jî tu tiştî dîyar nakî; tû dara gîjoké yî? é ku her tim eynî dimîne , li eynî cîh î.
An jî tû mijmijok î? bébiryar,péşîyé héşin dibî li piştekî bi nav beybûnén pembû; di saleka din mor vebikî li nav baxçeyekî gulan da.
Ger ku tû fehm bikî
tu wateya van hemûyan tune li gorî me,
Ew bédengîya vé fikra te derdixe holé; dîyar dike ku tû her tişt î, mijmijok û dara gîjoké, gula tenik û beybûna qewîn.
- Ji me ra jî tunebuyîna te bawerkirin dimîne , ev e a tû dixwazî em bawer bikin? , tû dîyar dikî bédengîya xwe ya sibé zu ,bi vé ré.
Hé kulehan pîyén xwe ne xerxitandin e.
Pisîkan jî hev ne xistîn e li hewşé.

Cenga Navxweyî


Ez bûm dû parçe
lé ez é xwe bi dest bixim.
Ez é difré bikolim û derxim.
Ez é hevrîngé hildim
û parseké qut bikim,biavéjim.
Lihazekî hildim.
û derxim ji derva
Parçeyén xwedayé hundiré min da yén hurbuyî
Wekî parçeyén lîstiké,
ez é dîsa téxim cîhén wan,
bi sebra kişikbazekî.
Çend parçe ne?
Wekî hezaran tén héstkirin.
Mîna fahîşeyekî xwe xemiland xwedé
bi avzéya hezgé
Mîna kalekî xwe xemiland xwedé
di telaş a derdén xwe da
Mîna zarokekî xwe xemiland xwedé
bi temamî tazî
digel çerm jî
waxté we spî kir nerm,wekî avokadoyan.
Û yén din,yén din,yén din
lé ez é wan hemûyan bi dest bixim.
û ez é welaté xwedé yé hundiré xwe avabikim-lé yekbûyî
Rihekî nû biafirînim bi çérm ve
bixemlînim wé.
Û paşe kirasé xwe werbigrim
û lawjeyekî bibéjim,
strana xwe...
Anne Sexton :The Civil War

Bihêle bila zarok biçin - Ulver

Em xwe dispêrin hevdu di mirina şevê de   û dawî dest pê dike   dema bişkurî dimirin di çavên wan de   pirsa di...