Sunday 14 January 2018

Bihêle bila zarok biçin - Ulver


Em xwe dispêrin hevdu
di mirina şevê de
 
û dawî
dest pê dike
 
dema bişkurî dimirin
di çavên wan de
 
pirsa dibê çima
divê ew bimrin
 
û jîn
û hezkirin
 
û jiyan
didome
 
piştî roj diçe ava
dema razanê ye
 

Biskan de winda - Ulver


Çi ye wateya vê gerrînê?
 
Bona xewnekî  xeberdanê
Gelek çivanekan û di van salan em tev jê re derbas bûn
 
Û hemû vê demê de ew bi awayekî nedîtî dikete kelecana
Hemû tiştên didît
Hemû tiştên me behsê kirîbû
kitûmata her biska derbasbûyî
 

Tuesday 9 January 2018

Ulver- Eos

Tav li dûr e
Nav xwe de çerx dibe
Yek dimire
Yek dijî
bi xemê
dişewite
di hewaye tenik de
ya sirûştê
ya çandekî
li aliyê tarîyê
li bin heyvê de
Gur diçivin...

Ulver komeka Norwecî ye û wateya navê wan bi Îngîlîzî Wolves, bi Kurdî/Kurmancî Guran e. Di sala 1993'an de bi aliyê Kristoffer Rygg ve tê li xar xistin. Her çi qasî min sêrîde Ulver wekî kom bi nav kiribe jî bi rastî Ulver kollektîv/hevkariyeka muzikê ye. Xwezila xêra xwedê rojekî em bikaribin muzikeka wiha pîroz bi kurmancî jî bikaribin guhdar bikin. Xwezila komên wiha, hevpariyên wiha êdî ji nav Kurdan jî derkevin.


Sunday 7 January 2018

Ber Baranê Ketim - Beth Hart


Ez ketime ber bayê te
Ji tu kesî nema ye!
Jixwe ber bayê te de bûm
Ji tu kesî nema ye!
 
Berxê min… bibêje…
 
Kinyê ew ji dêrî derkeve.
Dikevîm xemê gelo yê cardin veger e an na.
Xwe nikarim ku tehma tehlûke yê hez nekim berxo!
(xwe nikarim ) Û ji çima yê, kinyê yê, dijwarîyê heznekirinê berxo!
 
Tûşî baranê hatim
Heke bimrim jî xema min nîn e, dilketî me...
Dilketî me, dilketîyê vî mêrikî!
Tûşî hatim, tûşî hatim...
Tûşî baranê hatim...
 
Duh şev min bihîst, xewna xwe de digirîya yî.
Hîç kes naxwaze guhê xwe bidê yeka qala girîyê wî dike.
Çaxa xewê hişyar bû, ez ê ji wî re bibêm ku yê baş be...
Lê dizanim, têdigîhişte ku viran dikim.
Min bihîst ku wî li kuçeya jêrîn gulle berdaye mêrikekî.
Û vê yekê rihê wî peritand.
Duh şev çaxa em pevşabûn.
Serê wî de jineka din hebû...
 
Tûşî baranê hatim
Heke bimrim jî xem nîn ne, dilketî me
Dilketî me, dilketîya wî mêrîkî me
Tûşî hatim, tûşî hatim
Tûşî baranê hatim
 
Tûşî baranê hatim
Heke bimrim jî xem nîn ne, dilketî me
Dilketî me, dilketîya wî mêrîkî me
Tûşî hatim, tûşî hatim
Tûşî baranê hatim
Navê wî...
Êşa wî...
 
Tu kesî nema ye!
Tu kesî nemaye, tu kesî nemaye!
 
Ez ê ranemûsim, nabêjim...
Sehreka min heye!

Li Barekî - Tango With Lions


Ez dixwezîm hevalekî nas bikim
Îşev li barekî
Êvar dirêj e
Ewqas dirêj e ku xwe bi zehmet dilivînim
Deste min de tîtikek
Serê min de dîmenek
Dengekî divê ez bibhîsim
Kenekî divê nîşan bidim
Em dîsa tenê ne lê
Di lotkeyekî de, dîsa
 
Divê ez îşev hevalekî xwe bibinim
An kesên li bar de bibinim
Xwezila wan a nikaribûya ez bidîtiyama
Xwezila min bikariba êşa wan şîrove bikira
An êşa xwe
 
Ronkayîyeka efsunî, bi mijê koroyek
Behna depînê, seknek, laqirdî.
Di nav vê dinyaya qirêja biçûk de
Divê derkeve ji mederê
Divê eşkere bibe
Ez dixwazim hevalekî nas bikim
Îşev li barekî
Êvar dirêj e
Xwezila hinekî taqeta min hebûya ku min ew meriv bidîtina,
Hemû wekî min tenê ne.
 
Hemû pir tenê ne,
Her kes qasî min tenê ye.

Yekî ji min re got! Carla Brunî


Ji min re dibên kû jîyan pûç û vala ye.
Qasî serdema bişkivandina gulekî didome.
Ji min re dibên kû ew dema diherikê diçe
gemarekê kû êşen me bipêçe.
Lê yekî ji min re got...
 
Tu hê jî ji min hez dikî,
Tu hê jî ji min hez dikî, yekî ji min re got.
Dibe kû?
 
Ji min re dibên kû felek qerfan li me dike.
Gumana hemû dayînên dinayê dixe dilê me lê tu tiştî nade.
A rast şadî li cihekî ye ku destên me digihêjin wê
Ka em destên xwe dirêj bikin û bi hev re şa bibin.
Lê yekî ji min re got...
 
Lê ewî ji min re got ku tu hemasa ji min hez dikî kî bû?
Nivê şevê bû naye ji bîra min.
Ez hê jî deng dibhîsim lê dirûv nayê li ber çaven min.
"Ew ji te hez dike, ev sirek e,tu ji wî re navé min nebéjî ha!"
Tu dibînî, yekî ji min re got...
Bi rastî jî ji min re hate gotin ku tu hê jî ji min hez dikî.
 
Yanê...
Dibe ku...
Tu hê jî ji min hez dik î?

Ez Fransizî nizan im û min ev strana çend salan berê ji Îngîlîzî wergerandibû lewma jî dibe ku kêmasî jî pir bin lê de bila li vir bisekine. Heya karên şaş neyên kirin yên rast û xweş jî nabin. 

Hemû Daxwazîya Min - Sarah Blasko

Dilketîyekî din naxwazim
Loma jî dev ji min berde
Ba min hîç cih nîn e
Çavê min ne di evînîyê de ye
Bibê’m ez ê li wir bim, ez ê li wir bim
Lê tu neçarî fem bikî
Hemû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
Ku hê xwe jî nas nakim…
Hevserekî din naxwazim
Lewma xwe neceribîne û efsûnê ra neke
Heya nikarim ji xwe fem bikim
Lewma nebê ez ê alîkar bim
Dema ez tiştan dibêm û dibînim
Di darê dinyayê de rêyeka bînim ziman nîn e
Hemû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
Ji ber ku heya xwe jî nas nakim
Kes naxwaze tenê be
Lê divê ez çi bikim?
Bi tenê dikim ku durist bim
Ez naxwazim xerabiyê ji te jî bikim
Dema ez ê li wir bim, ez ê li wir bim
Dizanîm wekî sewdaserî tê’m bihîstin
Lê demû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
Binêr e, hemû daxwazîya min
Hemû daxwazîya min
hatina wê roja xwenasînê ye...


Heke Ez Bûma - Vashtî Bunyan


Heke ez biçûma li dûrê
Te yê biketiyayî pey min/ heya dawîya dinyayê
Ku min nîşandî wateya evînîyê
An jî te biçûya erebeyek bikirîya
Milê xwe bihejanda/ bigota ha tu li vir î
Wê hîç ji min hez nekir/ dev jê berde
Heke hez bikira/ yê li vir bima
 
Heke ez biçûma li dûr
Gelo ez ê ji wî rûyê te yî bedew bigerîyama
Li her qerebalixîyê de/ li her dere
An jî ez ê vegerîyama/ minê şewqeyek bikirîya
Milên xwe bihejanda/ bigota êja ev e
Wî min hez nekir/ niha eşkere ye
Heke min hez kirîba/ ewê niha li vir ba

Stirana Trenê - Vashtî Bunyan


Stirana Trenê

Ber bi bakûr ve rêwîtîyê, rêwîtiyê dikim ber bi bakûr ve ku te bibinim
Tekerên trenê li hev dixin, ba li çavên min de
Heya nizanim jî heke xwe bigîhenim ez ê çi bibinim
Bangî te dikim dildarê, neheyîre
Gelek zeman û gelek kilometre li ser hevdû nasîna me re derbas bûn
Heya nizanim jî heke xwe bigîhenim te ez ê çi bibinim
Lê niha ji nişke ve dizanim ez aîdî ku me
Bi sedan kilometre henin û zede nakişîne
Zêde nakişîne, zede nakişîne, zede nakişîne
Serê min de hîç tiştekî ji te re bibêjim nîn e
Bi tenê teqereqa trena ez lê me
Hîç tiştekî ji jiyanê fêr nebûm heya rê ya tê li te
Bi tenê evînîya me kuta bû û çû
Gelek zeman û gelek kilometre li ser hevdû nasîna me re derbas bûn
Heya nizanim jî heke xwe bigîhenim te ez ê çi bibinim
Lê niha ji nişke ve dizanim ez aîdî ku me
Bi sedan kilometre henin û zede nakişîne

Hin stranbêj henin ez dengê wan wekî mala xwe, cihê xwe dibînim. Piştî ku rojên sar, li cem mirovan vedigerim mala, piştî xewnên qerebalix, piştî xeberdaneka bi mirovekî/a bêfem, dixwazim van dengan bipêcim li ser xwe û li wir da, nav hembêza vî dengî de xwe veşêrim... Xwîşka Vashtî bêhempa ye! Ez ê jixwe hemû stranên wê wergerînim. 

Ax belê, hekî min ji bîra nekir. Moddî jî heman stran bi zimanê Norwecî gotiye blob:https://www.youtube.com/f850150a-745c-4776-904f-e6a5c1f6e385



Heke tu hê jî xeyalperest bî - Sophie Zelmani

Heke tu hê jî xeyalperest bî
Heke tu hê jî xeyalperest bî
Te yê ji hewê bêtir ne ti tişt bî
Ji keskesorê bêtir ne ti tişt bî
bi tene rengên ji hewê

Heke tu hê jî gurekî tenê bî
Deşte mala te be
Deşta bi guleka
bi tenê bona heyvê dibişkive

heke tu hê jî lêgerrek bî
te yê bitengijî li şevê
bitengijî bi vekirina çavên şîn
bi ronkayîya hingava diçirûse

Heke tu hê jî nameyek bî
bi nepenîyên heya bi dawîyê
te yê veşêrî li êgir de
dûxan belav bûye bi baranê


heke tu hê jî bawermend bî
ji vê dema rojê
te yê bêyî romantîkekî tu ne ti tişt bî
evîndarekî ketîye xeyala van hemûyan.

Sophie Zelmanî canikeka deng henûn e. Wekî Vashtî Bunyan û Sybllie Baierê xwe dinvîse xwe dibêje. Bi min xweş jî dike...http://lyricstranslate.com/en/if-you%E2%80%99re-still-dreamer-heke-tu-h%C3%AA-j%C3%AE-xeyalperest-b%C3%AE.html

Bîskekê de Winda Bû - Enya


Bi tenê gavekî berê gotinên dilê min kirin du kerîyan
hatin kirin.
Diheyîrim ez, te çawa berdevam kir,
Hemû gotinên min, gotinên min ji te kirin.

Çi qasî xurt, çi qasî wêrek, wekî rastîya te
bona ku bikaribî êşa min bikşînî
Dizanim dilê te kir du kerî
hemû gotinên min, gotinên min ji te kirin.

Piştî ku hemû gotin kuta bûn,
Piştî hemû xewnên me kiribûn,
Her yek ji wan payebilind e,
Her yek ji wan tava havînê…

Bîskekî de winda bû, heya dawîyê,
Careka din nabe êdî,
Loma bizanibe bona min zor girîng e;
Te çi gotibe
Te çi dabe

Te çi min hezkiribe.

Enya Patricia Brennan muzîkjeneka Îrlandî ye, ez dixwazim hemû stranên wê wergerînim. http://lyricstranslate.com/en/moment-lost-b%C3%AEskek%C3%AA-de-winda-b%C3%BB.html

Saturday 6 January 2018

Dawî - Sibylle Baier


Ev dawîye, hevalê min
Ev dawîye, hevalê min

Wan çaxên me hevdû re bi asayî digot “ji te hez dikim” xelas bûn.
Niha te derî vekir
Te ez bi girî hiştîm
Dikim ku te dîsa hembêz bikim
Dikim ku ji vê rewşa nehletlêhatî dûrist bikim.
Nikarim…
Ev dawî ye, hevalê min
Ew dawî ye, hevalê min î delal

Hevalê min î hêja, ez nikarim ji te re bibêm;me çima wisa hêsayî dest pê kirîbû.
Çaxên xweş, gava te derî vekir hinek şerebê bide min
Dilşikestî xuya dibî, dev ji gotinan berde
Di navbera min û te de di darê dinyayê de çi xerabîye bibe
Dîsa jî ew dawî ye, hevalê min
Ev dawî ye, hevalê min î delal

Wisa xuya dibe ku ew çaxên me bi hevdu re digot “ji te hez dikim” êdî nemane.
Niha te derî vekir
Serma dikim
Çima nikarim te hembêz bikim
Min ji te re gotibû “ jiyan kin lê evînî qedîm e”
Ev dawî ye, hevalê min
Ev dawîye, hevalê min î delal...

Nîşe: Sibylle, dengê wê mîna hembêza axê henûn, rihet û xweş e. Di dengê wê de reşbîniyeka aqilane heye. Dildara Wim Wenders e. Heya fîlma Wenders'a "Alice in the cities" de jî dilîze. Paşê li Amerîkayê vedigere tê welatê xwe, Berlîna sar û reş! Yek albûma wê heye, ew jî li malê bi alikariya hin hevalên xwe qeyd kirîye. Stranên wê, lorikên wê xwe henin. Heya heke derfet çê be dixwazim stana wê ya bi navê "Wim" jî wergerînim. Wim likes cities/and l like him... zêde sade, henûn û xweş e... 




Tu Zivistana Min î -Dillion

Tu Zivistana Min î
Tu zivistana min î
Û sond dixwim ku min ceriband
Min di wextê xwe de nekir
Ji kerema xwe were hilde min dilê xwe kirîbe çi yê te ye
Û çawa diêşîne
Alexander
Ew sûk, ew havîn, ew nediyarî
Hatin çûyîn
Fotobot û galerî
Ew baxçeyê ajalan, ew park, ew avahî, ew serban
Nijyarvanî, haupbahnof ( bi Almanî westgeha trenê ya navendê)
Ew şaneşîn, zivistan, digel min

Alexander, tu zivistana min î

Alexander!


http://lyricstranslate.com/en/you-are-my-winter-tu-zivistana-min-%C3%AE.html

Na, ja paşê ez hatim li Alexandrê min carekî jî Dîllîon li wir guhdar kir. Dîsa rojeka zivistanê bû, bîna sar seqema "li wir, li ba me" dihat!

Pêhesîneka Gewrayîyê -Moddi


Moddî kesekî ji Norwecê ye. Bi min muzîka wî combînasyona gotinên xurt/bihêz/bibandor û dengên naîf/nermoke ye. Bi rastî ez dixwazim bikaribim hemû stranên wî wergerînim ji ber ku gotinên van stranan ne bi tenê hin lihevduanînên mûzîkî ne, her stanreka wî bi heman demê de helbesteka xweş e jî.


Nepirse,
heke tu nexwezî  fem bikî
li wir kesekî din î bike tune
û ra nebe
heke plana te ya çûyînê nîn be
an jî heke eşkere be cihê te biçî
û xwe hilnevêj e
dema tu dizanî ku te nefiri
hîç nebe dema te nedît ku baskên te nîn in
ez ê bikaribim serê te ji yê xwe bilindtir bibinim
ez xwedîyê ramana xwe me, bona warê xwe lê daynim
tu xwedîyê fikrên xwe yî
xwe ji vê digire serkeftina min
Xeyalan neke
Gava tu nikaribî wan bikî rastî
jixwe pevbestîn in dawiya dawiyê
Û hez neke
Heke tu bi rastî jî bixwezî têbigêhijî
Ji pêhesîna gewrayîya mix dike

Pêhesînên me yên mix dikin.

Tenêtî- Black Sabbath



Bi rastî ez vê stranê bêtir ji Ulverê guhdarî dikim lê dîsa jî bona ku zêdepariya mirovan pêşiyê ji Black Sabbathê bihîstine lewma min li jorê wisa nivisî!



Tenêtî
Navê min kêr nake
Bextê min kêm e
Çolekî tarî dahatûya min pêçaye
Tîrêja rojê dûr e, ewr tek tûk firk didin
Çi yê min hebe- Hemû niha çû

Ax ez ê kuda biçim û  çi xwelîyê xwe kim
Çu tişt nikare min şad bike bêyî fikra te
Tu hema kenyayî gava ez ber te gerîyam ku neçî
Hêjî girîyêm min nesekinîye ser çûyîna te re

Dinya cihekî tenê ye- tu bi tena serê xwe
Bawer ke ez ê biçim li malê- rûnim bizûrim
Digirîm û diponijim- hemû karê min ev e

Hemû bîranîn te tînin ji bîra min.


Bihêle bila zarok biçin - Ulver

Em xwe dispêrin hevdu di mirina şevê de   û dawî dest pê dike   dema bişkurî dimirin di çavên wan de   pirsa di...