Wednesday 18 November 2015

Vera Pavlova di sala 1963an de li Moskovê, paytexta Uris hatîye dinê. Li ser dîroka muzikê xwendîye. Heya niha gelek pirtûken wê hatine çapkirin, u denge wê yî bengîn di 18 zimana da bi xwe ra cîh dîtîye. Nexêr, helbestên Vera'yê ji zimanê kurmancî bêpar mane. Kurmancî ku çemekî çîyayî ye, zelal û enîbilind e. Di helbestên Vera'yê de jî bayekî sar lê tenik heye.Gorî min helbestên wê û zimanê çîyayî bi hevdu de xweş cîh dibin.
" Hindikek muzîk û hinek cemad"
Hindikek muzîk û hinek cemad.
Hindikek hêvî, hinek roj
Cemad- cîhê kû av ji tê da radizê
Û xeyalên kaşunbazan ên li revê de
Wan, dest bi dest, dibezîn bi lez
bê janên kû bên ji bîr.
Û, di deh salên derbasbuyî ,
"bi hevre, hê ji neketine. "
Ez helbesta orjinal û wergera we ya İngilizî ji dinivîsim ku kêmasîyen min nebîn para helbestên Vera Pavlova ye.
Немного музыки и льда,
немного солнца и надежды...
Лёд — это спящая вода,
которой снятся конькобежцы.
Они бегут, в руке рука,
они забыли все печали,
за десять лет они пока
ещё ни разу не упали.
A little music and some ice,
A little hope, a little sun…
Ice – where the sleeping water lies
and dreams of skaters on the run.
They, hand in hand, are moving fast,
without sorrows to recall,
and, in the decade that has passed
together, they have yet to fall.

Saturday 10 October 2015

Heyv-Luna


Belê kerîyê min, ez pîrim.
Wekî diranekî ko me.
Ez nikarim bîranînên xewnen min e azad bikotim.
ku ev demeka dirêj e ez naxwazim jî.
Ew xurt dilivin.
Çavên hevalên min, çavên hevalên min ên gur.
Ezê birînên xwe dalêsim.
Ezê pêşeroja xwe biqedînim.
Eger ku ez feqekî bibînim ezê rîya xwe biguherînim.
Ne ku ez yekî qelsim.
Çî ku xwîn pençikên min germ nake.
Demeka dirêj e ez ji heyvê re dizurim bi şevan.
Heyv heyv heyv
Bêdengîyê biqedîne bi zurîna min.
Heyv heyv heyv
Bi tenê heyv heye û li daristanê de gurek.
min hilde cem xwe !
Heyv heyv heyv
Bêdengîyê biqedîne bi zurîna min.
Bi tenê heyv heye û li daristanê de gurek.
Heyv min hilde cem xwe!
Kerîyê min tu mafdarî, ez pîrim.
Lê ez dikarim bifikirim.
Ez cîhen xwîn ji tê re diherike hîs dikim.
Birçîbûn me diguviş e.
Behsa çûyîna rîyen dûr dibe.
Lê malên mirovan tinin.
Ez revîyam li nav tarîyê
Min zanibu ku;
eger dur herim ezê bikaribim te biparêzim.
Lê serokêkî ciwan
ew kir.
Difikirî ku çawa min bikuje.
( Ev helbest û strana Rusî bi navê xwe Luna-Heyv e. Min kir ku ez bi Rusî wergerînim Kurdî/kurmancî. Lê mixabin bi alîyê zimanê Rusî de ez ne serkeftî me, dibe ku min gramera kurmancî de jî xeletî kirin e. )

Maya Angelou Kê ye


Maya, jineka Afroamerîkan e, li 4'e avrêlê yî 1928'an de ji dayîke bîye. Wek jineka reşik hemü jîyana wê bi tekoşînê ve derbaskirî ye. Ji bo wekhevîya hemû mirovan, ji bo azadîya jinan wê her tim berxweda. Cîwanîya wê xwarin çêkirin, li kluba de reqskirin, fahişetîkirinê ve derbasbu ku ew neçaru. Bi hezar zor u zehmetîye jîyana xwe rêdibir. Lê wê tû carî destbi xwendinê,nivîsandine,hînbûyînê berneda. wê bername ji bo tv'ye çêkirin, helbest nivîsin, ji bo mafe reşikan çalakî lidarxistin. Maya li nav xebatên antî-kolonyalîstda bu, bi Martîn Luther Kîng u Malxom X re xebitî.
Ji helbestên Maya'yê de denge jineka bihêrs û xwebawer tê. û ew bi hemû jinan re dibêje : eger ku hûn ji vê pergalê neqayîlin qunaxwe erdê rabikin!
Tenê
Duh şev, xwe direjkirî
Difikirîm
Li cîhe av tî nabe
Û nan kevirî nîne
Çawa malekî bibînim ji rihê xwe re.
Ji dawîyê de min bîryarek da.
Û ez bawernakim kû min xeletî kir.
Kû tû kes
Lê, tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê, tektenê
Tû kes
Lê, tû kes
Bi tena ser xwe li vir nikare.
Hin mîlyoner hene
Bi pereyê nikarin xerçbikin ve
Jinên wan digerin wek elka mirinê
Zarokên wan dibêjin stranên tenêbûne
Bijîşkên wan en biha hene.
Kû dilê wan ên kevîr baş bikin.
Lê tû kes
Belê, tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê,tektenê
Tû kes, lê tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Niha, eger tû min guhdar bikî bi can û dil
Eze jî te re tiştên kû zanim bibêjim.
Ewrên reş dicivin.
Bahoz radibe.
Mirovahî ji keserê de ye.
Û dibhîsim gazinan.
Kû tû kes
Lê tu kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê, tektenê
Tû kes, lê tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Em hinekî jî helbesta wê ya "Alone" an jî bi zimanê me "Tené" binêrin. Di helbestê de Maya herî zêde li ser hêsten tenêbûne, bêwelatî yê disekine. Dibê ku; min tû cîh nedît ji bo rihê min, rihê jineka reşik,hebûna miroveka bêwelat ji tê de behna xwe dayîne , şad bibe. Ew dibêje "How to find my soul a home /where water is not thirsty / and bread loaf is not stone" Maya ji bo rihê xwe malekî digere, çawa ku "av tû car tî nîne" mal jî wisa bi tekûzî (perfectly) hebûna wê qebul bike. U dibêje dema tu bi tena serê xwe dimînî, cîhekî ji hebûna xwe re nikarî bibîni tu nikarî tû tiştî şanaz bibî. Nane te wek keviran hişk dibe.
Her peyveka Maya'yê li ser qambaxîya pergale,xemgînîya tenêbûne,rewşa dinyayê ya xerab e lê ew dîsa ji dibê ku; em mecburîn kû dest hev bigrin, alîkarîya hev bikin. Bi peyvên wê "But nobody/ No nobody/ can make it out there alone.

Jîyana Fatma Îsa



Fatma Îsa di sala 1934'an de li gundê Erezgînê ku nav tixubên Azerbaycan'a îroyîn de ye hate dine. Wekî zarokên penç parça ew jî perîşan, bêwelat û koçberbu.Fatika biçûk dema ku hate sê salîya xwe, koçberîyê disa rê danê ber malbatê û ew çune Ermenîstanê.
Dema ku êvar dibu, cimeata Kurdan a Ermenîstanê komî malan dibunû destbi gotina sitran, kilam, çîrok û metelokan dikirin Fatikê jî guhê xwe didan ser û çi bibhîsa hîndibu. Lê mixabin, zarokatîya wê zu deste wê girtin û ew ji 14 salîye de zewicandin.
Di wan salan de radiyoya Êrîvanê wek rihêkî efsunî dengê êş û kesera netewa kurd dibir hemû kûçe, mal,zozan û qonaxen li penç parçan. Xebatkarên radiyoyê zêdetir ji Kurdên Êzîdî bûn ji ber kû gorî qanunên îslamê dengê jina heram e. Kurdên Êzîdî wek malbat di nav kar û barên radiyoyê da ne lê ji bo jinêka Kurd û misliman ev yek ne hêsan e. Malbatên misliman û kurd naxwazîn keçên wan di radiyoyê de sitrana bibêjin.
Xebakarên radiyoya ÊrÎvanê her çiqas israr bikin jî malbata Fatmê desturê nade ku ew di radiyoyê de sitrana bibêje. Denge Fatma îsa'yê ew qas zîz û zelale kû xwedê rehmet bide dê û bavên wan xebatkaran kû bi zorê 3-4 sitran ji denge wê qeyd kirine.
Ji nav wan sitranan de ya heri navdar "wî de Miho" ye û ew dimîne roja îroyîn. Ev sitran dibe rihekî Kurdistanî û wekî bayê Serhedê jî wî alîyê Erez dikeve nav deştên Îdirê heta çol û çolistanên Botanê. Di sitrana wê de evîn,keser, koçberîya kurdan, gazincên jinen bêzar û ziman heye.
Lê îsa bi tenê carekî di radiyoya Êrîvanê de sitranan dibêje û biryar dide ku carekî din di radiyoyê de nebêje. Fatma Îsa dibê; ez nav cimeata jinan de , şahîyen zozanan û beranberdanan de xwe rehet hîs dikim lê radiyoye de gotîn ji min re zehmete.Bî rastî di nav cimeata misliman de jinbuyîn jî sitran gotin ji zor û zehmete kû mirov fehmdike kû çima Fatika deng zîz di radiyoyê de sitran negotin carek din.
Di sala 2010'an de li bajarê Uris, Krasnadorê Fatma Îsa çû ser rehma dilê xwe. Wê gilî gazincên me hemûyan anî ziman, li welatê koçberîyê çaven xwe girtin, jî dûrî wetan. Em çi bibêjîn gilî û rexneyên me ji bo qaşo serok û rêberê Kurdanin kû biratîyê daydinîn ji dijminan re lê bi hevre nabin heval û hogir tû caran. Kû em ji bibin xwedî dewlet, bila laşên me nemînin wek ê Alanê biçuk li dora behran an jî wek a Fatma îsa li welatê xerîbî ye.

Friday 13 March 2015

Tev li her kesî bi tenê


Laş hestîyan dorpeç dike.
Û hişekî dixin
li wê derê û
carna rihekî
Û jin guldanka
dişikestînin li ber dîwara
Û mêr gelek zêde
vedixwin
Kes nabîne

lê ji nav û derve yî
nivînan de
berdewam dikin li gerîne.
Laş dorpeç dike hestîyan
û ji laş zêdetir dixwaze
ew laşa.
Tû bext tune hem jî
tû.
Em hemu ketine tora
heman qederê.
Û tû kes, tû car nikare bibîne
wê.
tijî dike sergoyan
tijî dike xurdegehan
tijî dike tîmarxaneyan
tijî dike nexwaşxaneyan
tijî dike goristanan
tijî nake beyî wana
tû tiştî. 

Ax Belê


Tiştên tenêbûne xerabtir
hene.
lê pir caran, dehan salan digire fêmkirina vê
û gelek caran
heya tû ji ve fêmdiki
pir derenge.
û tû tiştekî pir derengbûnê
xerabtir tune.

https://www.youtube.com/watch?v=eC90YaZxINs

Bihêle bila zarok biçin - Ulver

Em xwe dispêrin hevdu di mirina şevê de   û dawî dest pê dike   dema bişkurî dimirin di çavên wan de   pirsa di...