Saturday 10 October 2015

Maya Angelou Kê ye


Maya, jineka Afroamerîkan e, li 4'e avrêlê yî 1928'an de ji dayîke bîye. Wek jineka reşik hemü jîyana wê bi tekoşînê ve derbaskirî ye. Ji bo wekhevîya hemû mirovan, ji bo azadîya jinan wê her tim berxweda. Cîwanîya wê xwarin çêkirin, li kluba de reqskirin, fahişetîkirinê ve derbasbu ku ew neçaru. Bi hezar zor u zehmetîye jîyana xwe rêdibir. Lê wê tû carî destbi xwendinê,nivîsandine,hînbûyînê berneda. wê bername ji bo tv'ye çêkirin, helbest nivîsin, ji bo mafe reşikan çalakî lidarxistin. Maya li nav xebatên antî-kolonyalîstda bu, bi Martîn Luther Kîng u Malxom X re xebitî.
Ji helbestên Maya'yê de denge jineka bihêrs û xwebawer tê. û ew bi hemû jinan re dibêje : eger ku hûn ji vê pergalê neqayîlin qunaxwe erdê rabikin!
Tenê
Duh şev, xwe direjkirî
Difikirîm
Li cîhe av tî nabe
Û nan kevirî nîne
Çawa malekî bibînim ji rihê xwe re.
Ji dawîyê de min bîryarek da.
Û ez bawernakim kû min xeletî kir.
Kû tû kes
Lê, tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê, tektenê
Tû kes
Lê, tû kes
Bi tena ser xwe li vir nikare.
Hin mîlyoner hene
Bi pereyê nikarin xerçbikin ve
Jinên wan digerin wek elka mirinê
Zarokên wan dibêjin stranên tenêbûne
Bijîşkên wan en biha hene.
Kû dilê wan ên kevîr baş bikin.
Lê tû kes
Belê, tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê,tektenê
Tû kes, lê tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Niha, eger tû min guhdar bikî bi can û dil
Eze jî te re tiştên kû zanim bibêjim.
Ewrên reş dicivin.
Bahoz radibe.
Mirovahî ji keserê de ye.
Û dibhîsim gazinan.
Kû tû kes
Lê tu kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Tenê, tektenê
Tû kes, lê tû kes
Bi tena serê xwe li vir nikare.
Em hinekî jî helbesta wê ya "Alone" an jî bi zimanê me "Tené" binêrin. Di helbestê de Maya herî zêde li ser hêsten tenêbûne, bêwelatî yê disekine. Dibê ku; min tû cîh nedît ji bo rihê min, rihê jineka reşik,hebûna miroveka bêwelat ji tê de behna xwe dayîne , şad bibe. Ew dibêje "How to find my soul a home /where water is not thirsty / and bread loaf is not stone" Maya ji bo rihê xwe malekî digere, çawa ku "av tû car tî nîne" mal jî wisa bi tekûzî (perfectly) hebûna wê qebul bike. U dibêje dema tu bi tena serê xwe dimînî, cîhekî ji hebûna xwe re nikarî bibîni tu nikarî tû tiştî şanaz bibî. Nane te wek keviran hişk dibe.
Her peyveka Maya'yê li ser qambaxîya pergale,xemgînîya tenêbûne,rewşa dinyayê ya xerab e lê ew dîsa ji dibê ku; em mecburîn kû dest hev bigrin, alîkarîya hev bikin. Bi peyvên wê "But nobody/ No nobody/ can make it out there alone.

No comments:

Post a Comment

Bihêle bila zarok biçin - Ulver

Em xwe dispêrin hevdu di mirina şevê de   û dawî dest pê dike   dema bişkurî dimirin di çavên wan de   pirsa di...