Saturday 10 October 2015

Heyv-Luna


Belê kerîyê min, ez pîrim.
Wekî diranekî ko me.
Ez nikarim bîranînên xewnen min e azad bikotim.
ku ev demeka dirêj e ez naxwazim jî.
Ew xurt dilivin.
Çavên hevalên min, çavên hevalên min ên gur.
Ezê birînên xwe dalêsim.
Ezê pêşeroja xwe biqedînim.
Eger ku ez feqekî bibînim ezê rîya xwe biguherînim.
Ne ku ez yekî qelsim.
Çî ku xwîn pençikên min germ nake.
Demeka dirêj e ez ji heyvê re dizurim bi şevan.
Heyv heyv heyv
Bêdengîyê biqedîne bi zurîna min.
Heyv heyv heyv
Bi tenê heyv heye û li daristanê de gurek.
min hilde cem xwe !
Heyv heyv heyv
Bêdengîyê biqedîne bi zurîna min.
Bi tenê heyv heye û li daristanê de gurek.
Heyv min hilde cem xwe!
Kerîyê min tu mafdarî, ez pîrim.
Lê ez dikarim bifikirim.
Ez cîhen xwîn ji tê re diherike hîs dikim.
Birçîbûn me diguviş e.
Behsa çûyîna rîyen dûr dibe.
Lê malên mirovan tinin.
Ez revîyam li nav tarîyê
Min zanibu ku;
eger dur herim ezê bikaribim te biparêzim.
Lê serokêkî ciwan
ew kir.
Difikirî ku çawa min bikuje.
( Ev helbest û strana Rusî bi navê xwe Luna-Heyv e. Min kir ku ez bi Rusî wergerînim Kurdî/kurmancî. Lê mixabin bi alîyê zimanê Rusî de ez ne serkeftî me, dibe ku min gramera kurmancî de jî xeletî kirin e. )

No comments:

Post a Comment

Bihêle bila zarok biçin - Ulver

Em xwe dispêrin hevdu di mirina şevê de   û dawî dest pê dike   dema bişkurî dimirin di çavên wan de   pirsa di...